Dibistana mirîşkan

Xwendakarên lîseyê di baxçeyê dibistanê de mirîşkan xwedî dikin.

Dibistana mirîşkan

Li Serêkaniya Rihayê xwendekarên lîseya meslekî û teknîkî bi rêberiya mamosteya xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kirin. Bi 3 hêkan dest pê kirin, niha 200 mirîşkên wan hene.

Koka mirîşkên brahman ji Emerîkayê ye. Êdî ji bo gelek deran tên îthalkirin. Yek ji wan cihan jî Serêkaniya Rihayê ye.

Mamosteya lîseya meslekî û teknîkî 3 sal berê makîneya kurkê kirî. 3 hêk di makîneyê de bûn 3 cûcikên brahman.

Îro hejmara mirîşkê brahman bû 200î. Mirîşk di baxçeyê dibistanê de tên xwedîkirin.

Mamoste sûzan Eren behsa pêvajoya makîneya kurkê kir.

Gelek kes van mirîşkan ji wan dixwazin lê mamoste nikarin bazirganiya vî karî bikin. Bi tenê ji bo perwerdehiya zarokan tên bikaranîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE