Di rojîya remezanê de sêrtî fitara xwe bi buryanê dikin. Lokantayên navdar ên bajêr beriya fitarê tijî ne.
Xwarina navdar a Sêrtê buryan di fitarê de jî li ser sifrê ye..
Ji ber ku pijandina buryanê gelekî bi zehmet e, aşpêj bi saetan haziriyan dikin.
Goştê pezê ku li çiya û baniyên herêmê çêriyaye, di tenûra sor de bi saetan dipije…
Tenûrê beriya fitarê vedikin û goştê kelî ji bo xwarinê hazir dikin.
Li Sêrtê buryan 11 mehan serê sibê tê xwarin.
Lê di Remezanê de gel, fitara xwe bi buryanê dike.