Karwana hêviyê ya Batmanê, ji bo 400 zarokên sêwî û hewcedar cil û berg kirîn. zarok bi xwe çûn mexazayê û cilên ku bi wan lazim in hilbijartin.
Bi saya Karwana Hêviyê ya Batmanê 400 zarok dê vê zivistanê necemidin.
Rayedarên saziya alîkariyê beriya zivistanê ji 400 zarokên êtîm û hewcedar re cil kirîn.
Zarok bi cilên xwe yên nû şa bûn…
Lê bi çûyîna mexazayê zêdetir kêfxweş bûn.
Karwana Hêviyê ya Batmanê her sal 3 caran, beriya eydan û zivistanê kêmasiyên hewcedaran peyda dike.
Rayedarên saziyê, ji bo ku zêdetir alîkariyê bikin ji xêrxwazan piştgiriyê dixwazin.