"Dilê me ket malên li gundan"

Hîzana navçeya Bidlîsê ya bi tebîet, avahiyên dîrokî, merivên dostxerîb û malên xwe yên ji keviran ji turîstan ra mazûvaniyê dike payîzê ji bo hezkiriyên wênekêşiyê dibe navnîşaneke girîng.

 "Dilê me ket malên li gundan"

Hîzana navçeya Bidlîsê ya bi tebîet, avahiyên dîrokî, merivên dostxerîb û malên xwe yên ji keviran ji turîstan ra mazûvaniyê dike payîzê ji bo hezkiriyên wênekêşiyê dibe navnîşaneke girîng.

Navçeya bi hewaya temîz, çil û çiyayên kesk, çem û tebîeta xwe va dişibe "cineta rûyê erdê" ji ziyaretvanên dixwazin dema xwe di nav tebîetê da derbas bikin ra malxwedîtiyê dike.

Bi sedan wênekêş ji bo wêneyên tebîetê û xaniyên ji keviran bikişînin tên navçeyê. Navçeya van rojan rengrengî bûye ji ziyaretvanan eleqeyê dibîne.

Hezkiriyên wênekêşiyê yên ji Edirne, Bursa, Tekirdax û Stenbolê tên navçeyê gund û gund digerin û wêneyan dikişînin.

"Meriv li ber dîmenên vê derê şaş û metel dimîne"

Mehmet Fatîh Ozdemirê wênekêş diyar kir ku di çarçoveya gera wênekişandinê ya ku ew ê 9 rojan li ber xwe bide da hatin navçeyê û di nav gera wan da Hîzan, Bîngol û Tuncelî hene.

Ozdemir desnîşan kir ku qasî du rojan li gundên navçeyê wêneyên jiyanê kişandin û wiha pê da çû: 

"Em bi taybetî di nav van rojan da hatin lewra tebîet rengrengî ye. Meriv li ber dîmenên vê derê şaş û metel dimîne. Me wêneyên gelekî kaw kişandin. Em par jî hatibûn vê derê lêbelê têra me nekir. Me bi hevalan ra soz da hev ku dîsa werin. Gelekî jî menun bûn. Şirşirneg, pire û mekanên dîrokî zehf in. Xaniyên ji keviran hatine avakirin ji bo wêneyan xîmê binî ne. Em ê ji vê şûnda jî Hîzanê tevlî gerên xwe bikin."

 "Dilê me ket malên li gundan"

Oznur Bagciya ji Holanadayê hat beşdarî gerê bû jî got ku par di meha mijdarê da hatiye navçeyê, ji bo rengên xweşik ên payîzê bibîne li gundan geriyaye.

Bagciyê got Hîzan bi tebîeta xwe û mazûyaniya xwe bêhempa ye û wiha axivî: "Dibe ku di gera xwe ya din da biharê werin. Em dixwazin xweşikahiyên biharê jî bikişînin. Dilê me ket malên li gundên Hîzanê."

Ahmet Çetîn jî got herî zêde wêneyên jiyana tebîetê û ya herêmê dikişînin û wiha pê da çû: 

"Bi piranî ji bo dostxerîbî û xungermiya merivan bibînim naçim Ewropayê. Terciha min ew e ku wêneyên herêmê bikişînim. Merivên vê derê gelekî dostxerîb û rûken in. Em li Hîzanê ne. Ji bo wêneyan ciyekî bêhempa ye. Çi dixwazin ew heye. Ji ber ku hatin vê derê gelekî kêfxweş im."AA

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE