Dildarên Hîva Sor zarokên li gundan şa kirin

Dildarên Hîva Sor zarokên li gundan şa kirin

 Dildarên Hîva Sor a di remezanê da bi alîkariya xêrxwazên ji Agiriyê va welatiyên hewdar bi tenê nehîştin di eydê da jî zarokên li gundan şa kirin.

Hîva Sor a di rmezanê da li hewcedaran ardû belav kir di 12 mehên salê da jî xwarin û xurek belav kir û di eydê da jî xebatên xwe domand.

Di vê çarçoveyê da Neslîhan Taşdemira Nûnera Agiriyê ya Jinan a Hîva Sor a Tirkiyeyê û dildarên di nav wan da kuafor jî hene ra gund ziyaret kirin.

Dildaran bi zarokan ra lîstin porê wan kur kirin, diyarî li wan belav kirin û kinc dan wan.

- Zarokan du eyd bi hev ra kirin

Dildaran zarok di eydê da jî şa kirin û di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da xebatên xwe kirin.

Neslîhan Taşdemîrê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo herin gundan û zarokan şa bikin xebat dan destpêkirin.

Taşdemirê got porê zarên qîzîn çêkirin û wiha pê da çû:

"Dildarên me yên kuafor li Cumaçaya 30 kîlomêtro dûrî navenda bajêr porên zarên qîzîn çêkirin. Me bafirok li zarên kurîn belav kir. Me hewl da ku zarok di eydê da şa bibin. Hem gelê gund hem jî zarok gelekî memnûn bûn. Me bi tevahî li 4 gundan porê 100 zarokan çêkir."

- Hinekan cara ewil porê xwe çêkir

Taşdemîrê destnîşan kir ku hin zaran cara ewil porê xwe dan çêkirin û wiha pê da çû: "Zarok gelekî şa bûn, me got em jî rûnin porê xwe bidin çêkirin. Xebateke gelekî baş bû."

Hacer Yaşara gundî jî got ji ber xebata ji bo zarokan gelekî kêfxweş bûn.

Yaşarê ji dildaran ra sipas kir û wiha axivî: "Xwedê alîkarê wan be. Hatin vê derê zarok şa kirin. Em jî gelekî kêfxweş bûn. Xwedê zirarê negihîne wan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE