Dimsa gezoyê

Dimsa ku ji gezoya berûyan tê çêkirin ji bo nexweşiyan şifayê ye

Dimsa gezoyê

Dimsa ku ji gezoya berûyê tê çêkirin, li herêmê teştekî gelek nadîr e. Lewra tenê li herêma di navbera Mêrdîn, Şirnex û Batmanê de tê çêkirin. Welatî benîştê ku li ser berûyan çêdibe berhev dikin, pişt re di ava germ de dihelînin û pê dimsê çêdikin.

Ji gezoya berûyan dimsa bi şifa çêdikin.

Xelkê ku li herêma di navbera Mêrdîn, Şirnex û Batmanê de bi taybetî jî li mintiqeya Çiyayê Torê dijî, bi sedan sal in, ji gezoya berûyan dimseke şifadar çêdikin.

Welatî ewilî berûyên ku li ser gezo hene berhev dikin, pişt re diavêjin nav ava germ.

Piştî 2-3 saetan jî gezoya ku di nav avê de dihele, didin ser agir û wek dimsa tirî dikelînin û jê dimsa gezoyê çêdikin.

Xelkê Midyadê dibêje: Ev dims li ba me wek şifayê tê qebûlilkirin. Ji bo wê xelkê herêmê gelekê jê hez dike.”

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE