Dimsa hinaran a Efrînê

Piştî zeytûnan hinar debara sereke ya Efrîniyan e...

Dimsa hinaran a Efrînê

Efrîn bi zeytûnên xwe navdar e, lê li bajêr darên hinaran jî zêde ne. Bi hinarên Efrînê her sal dims tê çêkirin. Îsal jî li bajêr beriya zivistanê çêkirina dimsê dest pê kir.

Efrîn warê fêkî û zebzeyan e. Hinar jî piştî zeytûnan berhemeke sereke ye ku jê dims tê çêkirin.

Li bajêr heyama çêkirina dims dest pê kir. Jin li hev kom dibin û hinaran dadiweşînin û bi şivikan hinaran heb hebî dikin.

Pişte dixin teşt û tûrikan û ava wan jê derdixin. Bi lingan li ser dimsê digerin û piştre wê avê didin ser agir.

Ava hinaran heta 5 saetan li ser agir dikele.

Ev malbata Efrînî rojê 40 lître ava dims dikelîne û ji wê 40 lîtreyî jî 15 kîlo dims çêdibe.

Dims li Efrînê debara gelek malbatan e.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE