Li Midyata Mardinê, wextê çêkirina dimsê ye. Gundî van rojan bênavber dixebitin û ji tiriyê navdar ê mezrone dims, bastiq, benî û mewijên curbicur çêdikin.
Ji rezên sedansalî berhev dikin û di kortên taybet de ku jê re dibên “mehzen”, wan diperçiqînin û ava wî diguvêşin.
Li gundên Midyatê, dema çêkirina dimsê tiriyê mezronê ye.
Li gundê Bahwarê xelk hîn jî bi ûsilên berê dimsê çêdikin.
Haziriya dimsê jî çêkirina wê jî gelek zehmet e.Lê jin û mêr bi hev re dixebitin û bi vî awayî karê xwe sivik dikin.