Dimsa organîk a Midyatê

Midyadî bi usûlên berê dimsa xwe ya navdar çêdikin

Dimsa organîk a Midyatê

Gundê bahwara navçeya Midyada Mêrdînê li herêmê bi dimsa xwe navdar e. Îsal jî welatiyên bahwarê bi usûlên berê dest bi çêkirina dimsa xwe kirin.

Ev der Gundê Bahwarê yê girêdayî navçeya Midyata Mêrdînê ye.

Wextê çêkirina dimsê hat û gundiyan dest bi kar kir.

Welatî ewil tiriyên xwe di mehsereyan de diguvêşin û şîreya wê derdixin.

Dûvre wê şîreyê dixin sîtilên mezin û datînin ser agirê daran.

Heya ev şîre tîr bibe û bibe dims dikelînin û bi kefgirê kefa li serê bi hesasî paqij dikin.

Di dawiyê de ev dimsa navdar a gundê Bahwarê çêdibe.

Gundî dibêjin em çêkirina dimsê ji bav û kalên xwe hîn bûne û dimsa wan a organîk ji bo tendirustiyê gelek baş e.

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2018, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE