Rezvan; tiriyên xwe kom dikin, diçin mehsereyan, diguvêşin, dikelînin û dimsa xwe ya xweş û organîk amade dikin…
Bi destpêkirina payîzê re, çêkirina dimsê jî dest pê dike û heya dawiya meha mijdarê didome.
Rezvanên ku tiriyên xwe kom dikin, ewil tên ser mehsereyan..
Ewil tiriyê xwe diguvêşin û li ser kuçik an tifikan dikelînin.
Ava tirî li ser agir dikele û tîr dibe, vê carê jî ji bo sar bibe di sîtilan de tê hilanîn.
Dimsa organîk, xweş û navdar li herêmê seranserê payîz û zivistanê li ser sifreya taştê ye.