Dinya sar bû û koçer ji zozanan vedigerin

Şivanan berê keriyên xwe ji Çiyayê Agiriyê dan deşta İdirê..

Dinya sar bû û koçer ji zozanan vedigerin

Êdî payîz diqede û zivistan li ber derî ye. Li cihên bilind hewa sar bû û berf dikeve. Ji ber vê jî şivanan berê pezên xwe ji zozanan dan deştan.

Bi sir û sermayê re vegera ji zozanan jî dest pê kir.

Wekî gelek cihên bilind li Çiyayê Agiriyê jî bi roj li jor tav heye, bi şev hewa pir dicemide.

Di ser de berf jî hêdî hêdî li sertarên çiyayan dike.

Ji ber serma û berfê, şivanan ji çiya û zozanan berê pezên xwe dan deşta Îdirê.

Şivanên ku her sal van çaxan vedigerin deştê wê bi biharê re dîsa berê keriyên xwe bidin zozanan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE