Îdir û Qersê kirasê payîzê li xwe kirin

Îdir û Qersê kirasê payîzê li xwe kirin

Li Îdira ku li herî rojhilatê Tirkiyeyê ye, Geliyê Uçkayayê û her wiha Qaxizmana navçeya Qersê ya di keviya Çemê Arasê da kirasê payîzê li xwe kirin.

Nebatên li geliyê li gundê Uçkayayê yê navçeya Tuzlucaya li qûntarên Çiyayên Arasê, payîzê bi tonên rengên sor, zer, qehweyî û kesk xemilîn.

Bi zerbûna daran û baxçeyên fêkiyan ên di nav gelî da, dîmenên newaze derketin holê û bi vê yekê va di demsala payîzê da jî cazîbeya gelî kêm nabe.

Xelkê gundê Uçkayayê Kurban Sarcan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji hêla bedewiya xwezayî va gundê Uçkayayê yek ji ciyên bijare yên herêmê ye.

Sarcan diyar kir, ji ber ku ciyekî sipehî ye, gelî gelekî bala mirovan dikişîne.

Serokê Kuluba Wêne Ger Çand û Xwezayê ya Îdirê Muhammed Akkuş jî bal kişand ku gelî bi dewlemendiya xwezaya xwe va balê dikişîne û wiha got:

"Geliyê Uçkayayê mîna bihar û zivistanê, payîzê jî zehf sipehî ye û divê mirov were dîtina wê. Di hundirê gelî da newal, lat û zinar û darên rengbireng hene. Payîzê dema dar zer dibin, bedewiyeke bêhempa û manzarayeke nedîtî derdikeve holê. Van dawiyan bi berbelavbûna navdariya gelî va, hejmara ziyaretvanan jî zêde bûye. Ji kesên ku xweza, ger û wêneyan hez dikin ra pêşniyaza me ew e ku bên dîtina gelî."

Li Qersê jî li navçeya Qaxizmanê ya ku di keviya Çemê Arasê da ye, xweza bi tonên rengên cuda dixemile.

Baxçeyên qeysiyan û her wiha yên sêvên ku îşareta coxrafî wergirtine, kirasê payîzê li xwe kirin û dîmenên rengbireng derxistin holê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE