Dixwazin gundê xwe şîn bikin

Gundiyan şitil danîn, mele û keşîş jî piştgirî da wan.

Dixwazin gundê xwe şîn bikin

Gundê Mizîzexê li Midyada Mêrdînê ye. Li gund misilman û sûryanî bi hezaran sal in bi hev re dijîn. Gundiyên Mizîzexê ji bo gundê wan şîn û avatir bibe şitil danîn.

Mele û keşîşê gund jî pıştgırî dan vê çalakıyê û bı hev re şıtıl danîn.

Gundê Mizîzexê girêdayî Midyada Mêrdînê ye û bi hezaran sal in ku misilman û sûryanî li virê bi hev re dijîn.

Ji bo gundê Mizîzexê şîn û avatir bibe li gund çalakiya danîna şitilan hat lidarxistin.

Hemû gundiyan bi hev re şitil danîn. Mele û keşîşê gund jî ji bo piştgiriyê hatin cihê şitildanîne.

Suryanî û misilman dibêjin em bi hev re dijîn û divê em derdora xwe xweştir bikin.

Gundî dibêjin heta tevahiya gund şîn bibe em ê çalakiya xwe bidomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE