Diyanetê li Diyarbekirê marketa xêrê vekir

Bê pere amûr û xurekê dide welatiyên feqîr û xizan.

Diyanetê li Diyarbekirê marketa xêrê vekir

Weqfa Diyaneta Tirkiyê li Diyarbekirê Marketa Xêrê kir xizmetê. Bi saya dikanê feqîr û belengazên bajêr bê pere hewcedariyên xwe pêk tînin.

Weqfa Diyaneta Tirkiyê li seranserê dinyayê bi taybetî jî li Sûriye, Arakan, Endonezya, Yemen û Filistînê alîkariya mirovî li mexdûrên şer û afetzedeyan belav dike.

Weqfa Diyanetê bi slogana ‘Qencî wê dinyayê biguherîne’ li herêmê jî xebatên taybet dike.

Weqfê ji bo feqîr û belengaz bi rihetî bigihîjin alîkariya mirovî li Amedê jî Marketa Xêrê vekir.

Di dikanê de ji bo malbatan hema hema her tişt heye. Reyonên ku vala dibin bi saya xêrxwazan cardin tijî dibin.

Feqîr û belengaz tên marketê û di nav hizûrê de danûstandina xwe dikin.

Marketa Xêrê li Tirkiyê ya duyem e. Malbatên belengaz ji marketê ji 200 lîreyî heta 500 lîreyî dikarin ji xwe re danûstandinê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE