Ji bo keçika ku 20 sal in nikare bimeşe kursiya bi akû diyarî kirin
Mudiriyeta Ewlekariyê ya Qersê ji bo welatiya astegdar kursiya bi akû diyarî kir. Keçika 30 salî ev 20 sal in ku astengdar e û nikare bimeşe. Keçik li ser vê diyariyê gelek kêfxweş bû.
Filiz Yildiz ev 20 sal in astengdar e û nikare bimeşe.
Xewn û xeyala wê kursiya bi akû bû.
Polîsên Mudiriyeta Ewlekariyê ya Qersê kursiyeke bi akû temîn kirin û çûn mala keçikê.
Kursî diyarî wê kirin.
Keçik bi alîkariya dê û xwîşka xwe li kursiyê siwar bû û polîsan jî nîşanî wê da ku wê çawa bi kar bîne.
Keçik û malbata wê li ser vê diyariyê gelek kêfxweş bûn.
Dû re polîsan xatir xwest û çûn.