Li Mûşê hosteyê bisalan Hiseyn Arme xwest ji bo Serok Erdoğan diyariyeke taybet çêke. Ji ber vê yekê jî ji gundê xwe Havadorikê, dareke taybet anî û jê desteyeke kevçiyên dar çêkir. Ew niha dixwaze diyariya xwe bigihîne Serok Recep Tayyip Erdoğan.
Hoste Hiseynê ji gundê Havadorikê ye û li navenda Mûşê dijî.
Ew him karê tenûran dike, him jî berhemên ji daran çêdike.
Hosteyê bisalan xwest ji bo Serok Erdoğan diyariyeke taybet çêke.
Ji ber vê yekê jî çû gundê xwe û dareke taybet anî.
Dûv re jî bi rojan xebitîn û ji wê darê desteyeke kevçiyan çêkir.
Hiseyn dibêje ku Erdoğan di 20 salan de ji gelê Tirkiyê re xizmetên mezin kirin.
Niha Hiseyin Arme gelekî dixwaze ku diyariya xwe bigihîne Serok Recep Tayyip Erdoğan.