Diyariyên ji bo paqijiyê

Şaredariyê li 8 malan makîneyên beravê belav kirin

Diyariyên ji bo paqijiyê

Şaredariya Misirca Sertê, li 8 malan cilşo, yanî makîneya cilşûştinê belav kirin. Sedema vê jî paqijî ye. Şaredariyê ji bo ku taxên xwe paqij kirine diyarî da van 8 malan.

Li taxa Tekelê ya Misirca Sertê xwediyê 8 malan bi destê şaredariyê hatin xelatkirin.

Şaredariyê ji bo ku li kolanan baş nêrîne û paqij kirine, cilşo, yanî makîneyên cilşûştinê diyarî wan kirin.

Taxa tekele ewqas paqij bû ku ekîbên şaredariyê yên paqijiyê nediketin wir.

Şaredarê Misircê got; paqijî tiştekî pir muhîm e. Me jî got em balê bikşînin ser paqijiyê.

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2018, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE