Doxtorê Hekariyî bi serketina xwe ji bo 7 xwîşk û birayên xwe bû mînak

Doxtorê Hekariyî bi serketina xwe ji bo 7 xwîşk û birayên xwe bû mînak

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji malbatekê ewladê herî mezin xwend û bû doxtor, xwîşk û birayên wî jî ew ji xwe ra mînak hildan û bi piştevaniya dê û bavê xwe xwendin û bûn xwedî kar û mal.

Emîn Yaganê li Taxa Akalinê ev 40 sal e xwediyê loqinteyê ye tevlî xanima xwe Fatma Yaganê digel zor û zehmetiyan hemû zarokên xwe dan xwendin.

Dê û bavê ku derfetên wan kêm bûn digel vê hewl dan û kurê wan ê herî mezin Adem Yagan fakulteya tipê qezenc kir û bû doxtor.

Serfiraziya Adem Yagan ji bo 7 xwîşk û birayên wî jî bû mînak û wan jî hê zêdetir guhê xwe dan ser dersên xwe û ji wan yekî dîsa fakulteya tipê, yekê hemşîretî, 3 fakulteya perwerdehiyê xilas kirin û dest bi kar kirin. Niha ji yên dixwînin kesek hekîmtiya diran û yê din jî mamostetiya bedenparêziyê didomînin.

Malbata ku hemû xwîşk û bira bi xêra dê û bavê xwe xwendin û serê wan bilind kirin niha li taxa xwe ji bo herkesî mînak tên nîşandan.

- Li ber çiraya findê dersa xwe çêdikirin

Emîn Yaganê bavê zarokan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 40 sal e karê loqanteyê dike û ji bo zarokên xwe hewl dide.

Yagan destnîşan kir ku zarokên wî jî dilê wî xweş kirin, xebitîn, xwe xilaskirin û wiha domand: "Berê pez û dewarên me hebûn. Dema min ew xwedî dikir zarokên min jî alîkariya min dikirin. 7-8 zarokan bi hev ra xwend û ev tiştekî hêsan nîne. Yuksekova devereke bilind e û berf lê zêde ye. Berê di qada çûn û hatinê da zehmetî gelek bûn. Bi rojan ceyran diçû û zarokan li ber çiraya findê dersên xwe çêdikirin û ew bi vî awayî bûn xwedî kar."

Fatma Yagana dayik got zarokên wan ên dan xwendin niha li xwendingeh û nexweşxaneyan xizmetê didin gel, ev ji bo wan rûmet e.

- "Me lihêf û betanî diavêt ser xwe û dersên xwe çêdikirin"

Gulşen Yaganê got kekê wan ji bo wan bû mînak, piştî ku wî zanîgeh qezenc kir çavê her kesî zivirî ser wan.

Yaganê got mala wan li dûrî xwendingehê bû ji ber vê gelekî zehmetî kişandin û wiha pê da çû: "Li malê bi tenê li odeyekê sobe dihat danîn. Me li odeyên din lihêf û betanî diavêt ser xwe û dersên xwe çêdikirin. Kekê min bû doxtor, birayê me jî bû doxtor. Em 10 xwîşk û bira ne û 8ê me xwedî meslek in. Du xwengên me jî nexwendin. Dê û bavê me zor nedan me. Bi tenê xwestin ku em bixwînin."

Erdî Yaganê mamosteyê Şêwirmendî û Rêberiya Psîkolojîk got xebata li loqanteyê ji bavê xwe, xebata cotkariyê ji diya xwe hîn bûn.

Yagan got di jiyana wan da armanca wan ew bû ku tiştan hîn bibin û wiha axivî: "Em ji kek û xwenga xwe xebata bi ber û bereket hîn bûn. Me armancên xwe eşkere kirin. Piştî kek û xwenga me zanîngeh qezenc kirin em zehf motîve bûn. Me dizanibû ku dibê zêde bixebitin. Teqdîra ji der û dorê merivan kêfxweş dike. Em ji dê û bavê xwe ra sipas dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE