Doxtorên jin ên ku dibin wesîleya şifayê zarokên gundan jî hînî hunerê dikin

Doxtorên jin ên ku dibin wesîleya şifayê zarokên gundan jî hînî hunerê dikin

Di çarçoveya "Projeya Atolyeya Hunerê ya Geroke" ku Weqfa Piştgiriya Perwerdeyê ya Hekîmên Jin (KAHEV) organîze dike da seba zarokên gundan ên ku derfetên wan kêm in, xebatên atolyeya ebrû û heriyê tên kirin.

KAHEV bi piştgiriya Meclisa Jinan a Konseya Bajarê Batmanê cara ewil proje li gundê Koçaklarê yê navçeya Kozlukê (Hezo) da destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê da bi zarokan ra xebata atolyeyê ya ebrû û heriyê hat kirin. Doxtorên dildar bi zarokan ra lîstik jî leyîstin û ew kêfxweş kirin.

Seroka Lijneya Rêvebiriyê ya KAHEVê Dr. Demet Başerê ji nûçegihanê AAyê ra got ku proje seba Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ye.

Başerê daxuyand ku ew bi saya projeyê dibin wesîle ku zarok hunermendiya xwe keşif bikin.

Pispora Tenduristî û Nexweşiyên Zarokan Dr. Şevîn Yardimci Astanê jî got ku ew li nexweşxaneyan di mesaiyên xwe da dibin wesîleya şifayê, di wextên din da jî bi zarokên ku derfetên wan kêm in ra çalakiyan dikin û hewl didin ku piştgiriyê bidin perwerdeya zarokan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE