Di Doza Leyla Aydemîrê de rûniştina duyemîn jî qediya. Di dozê de dayika leylayê bangî dadger kir û got; ez bi we bawer im ku hûn ê biryareke adîl bidin. Ferz bikin Leyla keçika we ye.
Leyla Aydemîr hêj 4 salî bû.
Dema ku li ber deriyê bapîrê xwe dilîst winda bû.
18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin.
Di doza Leyla Aydemîrê de rûniştina duyemîn hat kirin.
6 bersûc jî li salona dadgehê bûn.
Bi pergala kamerayê îfadeya Yusuf Aydemîr jî hat girtin.
Dayika Leylayê Şûkran Aydemîr jî tevlî rûniştinê bû.
Ewilî dayika dilşewat axivî û ji dadger re got “Ez pêşî bi edaleta Xwedê pişt re jî bi edaleta we bawer im, ferz bikin Leyla keçika we ye. Li gorî vê biryarê bidin. Dayika dilşewat piştî van gotinan ji salonê derket.
Gelek parêzer û saziyên sivîl jî tevlî rûniştinê bûn û doz teqîb kirin.
Parêzerên Malbata Aydemîrê piştî rûniştinê daxuyanî dan û gotin em ê dozê bişopînin.
Mehkemeyê biryar da ku rûniştina din di 27ê Nîsanê de were kirin.