Dêrikî Qaymeqam Safîturkê şehîd ji bîr nakin

Ji bo bîrdariya Safîturk li baxçeyê avahiya Qaymeqamtiyê ku êrîş lê hat kirin, bîrdariya "Gula Gîryan" hat çêkirin

Dêrikî Qaymeqam Safîturkê şehîd ji bîr nakin

Welatiyê Dêrika navçeya Mêrdînê Qaymeqam Muhammed Fatîh Safîturkê ku 3 sal berê di êrîşa terorê da şehîd ket, jibîr nakin.

Di çarçoveya Biryarnameya Hukmê Qanûnê ya Wezareta Karên Navxweyî da Qaymeqam Safîturk ji bo Şaredariya Dêrikê wekî Wekîlê Şaredar hat tayînkirin û di 10ê Mijdara 2016an da di êrîşa terorê da giran birîndar bû û rojek şûnda li nexweşxaneyê şehîd ket. Şêniyên navçeyê Safîturk jibîr nakin.

Dêrikî timî ji bo Safîturk dia dikin û wêneyên qaymeqamê şehîd ê ku 3 sal berê bi mal û kargehên xwe va daliqandibûn, hê peya nekirine. Safîturk bi xizmet û helwesta xwe ya ji dil va ketibû dilê gelê Dêrikê.

Navê Safîturk li gelek dibistan, park û kolanan kirin û ji bo bîrdariya wî li baxçeyê Qaymeqamtiyê bîrdariya "Gula Gîryan" hat çêkirin û li ser bîrdariyê wêneya wî hatiye danîn û kurtejiyana wî hatiye nivîsandin.

Qaymeqam Hakan Kafkasê ku dû Safîturk hatiye wezîfedarkirin, ji aliyekê va projeyên ku ji dewra qaymeqamê şehîd mane çêdike ji aliyekê va projeyên nû dixe rewacê. Gel ji xebatên Kafkas kêfxweş e.

- "Deriyê wî ji her kesî ra vekirî bû"

Serokê Komeleya Mixtarên Dêrikê Lokman Tekîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Qaymeqam Safîturk ji navçeyê ra xizmetên girîng kirin.

Tekîn diyar kir ku di wezîfeya qaymeqamtiyê da deriyê Safîturk ji her kesî ra vekirî bû û wiha dewam kir:

" Ji bo xizmeta navçeya me dixebitî. Ser bûyerê ra 3 sal derbas bû, hê wêneyên wî bi kargehên esnafê me û li malên welatiyên me va daliqandî ye. Ne pêkan e ku em wî jibîr bikin. Wî gelek xizmet ji me ra kirin, Xwedê rehma xwe lê bike. Qaymqamê me yê nû jî bixwe xwest ku were vir. Ew bixwe jî bi heman şewqê xizmetan dike. Rê be, mala şînê be, ji bo welatiyan gelek xizmetên wî çêbûn."

- "Emê wî ji bîr nekin"

Serokê Komeleya Astengdaran a Dêrikê Kasim Salîm jî got dema Safîturk dest bi wezîfeyê kiriye ji bo astengdaran gelek xebatên baş kirine û wiha axivî: "Bi bernameya verotina alavên darîn va alîkariya perwerdeya 20 hevalên me yên astengdar kiribû. Gelê Dêrîkê wî ji bîr nake, hê jî behsa xebatên Safîturk dikin. Rehma Xwedê li wî be, cihê wî bibe bihûşt."

- ''Êşa wî di dilê me da ye"

Esnaf Osman Osmanoglu jî anî ziman li navçeyê her kesî Safîturk hez dikir û ewê her tim bi rehmetê wî bi bîr bînin û wiha axivî: "Hê jî êşa wî di dilê me da ye. Xwedê heqê wî nehêle. Qaymeqamekî pir biqîmet bû. Êşa wî di dilê me da ye. Me hemûyan ji wî hez dikir. 3 sal in wêneyên wî di kargeha min da daliqandî ne. Min tu carê ew ranekirin. Bi îzna Xwedê ewê her tim li dikanê daliqandî bimînin. Tu kes wî ji bîr nake. Dema em wêneyê wî dinêhêrin xemgîn dibin, lê ka em çi bikin. Emê her tim wî bi bîr bînin."

- "Alîkariya feqîran dikir"

Haci Musa Geçînîr jî got wî di nav 70 salên emrê xwe da wî qaymeqamekî wiha nedîtiye, ew her tim ji wî ra diayan dike û wiha axivî: "2 roj beriya êrîşê ez bi wî ra axivîm. Ji min ra got '2 roj şûn da were cem min, em hevdu bibînin' Lê nesîb nebû, em neçûn. Mirovekî wiha yê dewletê zû bi zû nayê dîtin, nayê Tirkiyeyê. Yekî dilnizm bû, quretî nedikir, bi her kesî ra diaxivî. Alîkariya feqîran dikir, piştkiriya mirovan dikir, kesên bêkes ra alîkar bû. Jina wî mamosteya neviya min bû. Neviya min Aleyna wisa giriyabû ku ji giriyan çavên wê sor bûbûn."

Welatî Muhammed Dînç jî wiha got: "Ji ser bûyerê ra 3 sal derbas bûn, ew hê jî di dilê me da ye, ewê tu caran wî ji bîr nekin."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2019, 16:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE