Dr.Karakaya li Develiya Kayseriyê hat definkirin 

Dixtor Ekrem Karakayayê li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê wek pisporê kardiyolojiyê wezîfe dikir di êrîşa biçek da jiyana xwe ji dest da.

Dr.Karakaya li Develiya Kayseriyê hat definkirin 

Dixtor Ekrem Karakaya, li nexweşxaneya bajêr a konyayê ji ber êrîşa biçek jiyana xwe ji dest da. cenazeyê Karakaya li bajarê wî kayseriyê hat definkirin. Serokkomar Erdoğan bi telefonê sersaxî da malbatê. Erdoğan got: em ê ji bo ku rê li ber tundiya li dijî xebatkarên tendurisiyê bê girtin, çi hewce be bikin.  

Dixtor Ekrem Karakaya, li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê wek pisporê kardiyolojiyê wezîfe dikir.  

Lê, li ser wezîfeyê rastî êrîşa biçek hat û jiyana xwe ji dest da. 

Cenazeyê Dixtor Karakaya hat şandin bajarê wî Kayseriyê. 

Li navçeya Develiyê merasîma cenazeyê hat kirin. 

Malbat, hezkir û hevalên wî yên dixtor beşdarî merasîmê bûn. 

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca jî tev li merasîma oxirkirina Ekrem Karakaya bû. 

Dia hatin kirin. 

Cenazeyê wî li Goristana Develiyê hat definkirin. 

Dixtor Karakaya hêj 47 salî bû.  

Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan bi telefonê ligel malbata Ekrem Karakaya xeber da û sersaxî da wan. 

Erdoğan got, em ê ji bo ku rê li ber tundiya li dijî dixtor û xebatkarên tenduristiyê bê girtin û cizayên herî zêde werin dayîn gavên hewce biavêjin. Xebatên me yên li ser meseleyê wê dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE