Du kes di bin hezazê de man

Li Diyarbakirê di rê de çal vebû du kes ketin çalê

Li Diyarbakirê bûyereke sosret qewimî. Dema doktorek û hemşîreyek dimeşiyan, ji nişka ve hezaz çêbû û ketin çalê. Ev bûyera sosret ket ber kamerayan.

Bûyer duh saet derdora 4ê piştî nîvro li Taxa Huzurevlerî ya Peyasa Diyarbekirê qewimî rû da.

Doktor Suzan Kuday Balik û hemşîre Özlem Duymaz bi hev re sohbet dikirin û li ser rê dimeşiyan.

Lê belê ew riya ku ew li ser bûn, ji nişka ve tepiya.

Ew dema bi tirs û xof kêlî bi kêlî ket ber kameraya ewlehiyê.

Mirovên li derdorê çûn hawara doktor û hemşîreyê. Ew ji wê derê hatin derxistin û paşê jî bi ambulansê ew birin nexweşxaneyê.

Her du hevalên ku bi sivikî birîndar bibûn, piştî dermankirinê şandin malê.

Hat tespîtkirin ku ev tepîn ji ber hilweşîna beşa dikaneke di kotê de çêbûye.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2018, 14:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE