Kuçe û Kolanên Şemzînana Hekkariyê, bi resman rengo rengo dibe. Şaredariya navçeyê, ji bo bajêr xweş xuya bike li ser dîwaran resmên derbarê sirûşt û dîrokê de dide çêkirin.
Şaredariya Şemzînanê, piştî qeyûm hat tayînkirin, ji bo xweşkirina bajêr dest bi xebateke çandî kir.
Bi alikariya mamosteyên resmê ji bo dîwarên navçeyê bi resman bixemilin û paqij xuya bikin xebatekê dike.
Li ser dîwarên îstinadê ku bi salan e vala bûn, derbarê sirûşt û dîroka bajêr de resm tên çêkirin.
Rismên li ser dîwaran bala welatiyan jî dikişînin û dibêjin piştî xebatê dora me rengo rengo bû.