Li gundê Batilê yê Cizîra Botan eded û kevneşopıyeke sedsalî heye. Her sal, ji bo xatirê Şêxê Zirav li meydana gund sifreya xwarinê tê hazirkirin. Ji her malê xwarin tên ser vê sifrê û gundî bi hev re xwarinê dixwin.
Şeniyên gundê Batilê yê Cizira Şirnexê ededekî sedsalî, “zêwa şêxê zirav” didomînin.
Gundî her sal, mehên payîzê de, şeva înê, ji bo xêr û bereketê, ji bo xatirê Şêxê Zirav li meydana gund sifreya erdê hazir dikin.
Meleyê gund ji bo roja taybet di minara mizgeftê de anonsê dike û seata xwarinê diyar dike.
Keç û jinên gund li malên xwe, xwarinên bi tehm û lezet çê dikin. Xwarin yek û yek tên sifreya meydana gund.
Li meydana gund kêf û çoşeke mezin heye. Zarokên gund jî bi kelecanek mezin li benda dema xwarinê ne.
Sifreya ku dirêjahiya wê qasî 300 metreyan ne, li gund wek nişana yekîtiyê tê qebûlkirin. Hûr û gir, zarok, cîwan, kal, pîr û keç û jin li ser heman sifreyê bi hev re xwarinê dixwin.
Ew eded bi salan e dewam dike û şeniyên gund ji bo vê roja xêrê û bereketê kêfxweş in…
Roja yekitî û piştevaniyê bi diaya xwarinê diqede…