Navê ekîba wan “ekîba montsoran” e. Karê wan alîkariya malbatên hewcedar e. ekîba ku piştî erdhejê li Elazığê
Bi piştgiriya walîtiyê ve ji xelkê bajêr hat avakirin, alîkariya malbatên hewcedar bi roj û şev dişixulin, kêmasiyên wan temam dikin.
Navê tîma wan “Ekîba Montsoran” e.
Ekîb piştî erdhejê li Elazığê, ji bo alîkariya mexdûran hat avakirin.
Ekîba ku ji 300 kesan pêk tê, ekîbeke sivîl û ji xelkê bajêr hatiye avakirin.
Ji ber armanca wan alîkariya gel e, Walîtiya bajêr jî piştgiriyê dide ekîbê.
Ekîba Montsoran, ji roja erdhejê hata niha, ji bo malbatên mexdûr û hewcedar alîkariyan berhev dike û li wan belav dike.
Ekîba Montsoran heta niha alîkariya zêdetirî 10 hezar malbatan kir û hêj xebatên xwe didomîne.