Li Wan, Hekarî û Bidlîsê ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 40 gund û mezreyan hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, ji ber şertên neyînî yên hewayê li parêzgehê rêya 22 gund û mezreyan hat girtin.
Ekîbên berfê xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.
Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11emîn jî xebatên paqijkirina şepeya ku bi ser rêbejaya Wan-Bahçesarayê da hat xwarê didomînin.
Her wisa li Bidlîsê jî ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 17 gund û mezreyan girtî ye.
Li Hekariyê jî ekîbên berfê ji rêya 15 gund û mezreyan ên girtî ya 14an vekirin û xebatên vekirina rêya girtî ya mezreyekê jî didomînin.