Ekîbên Kızılayê piştgiriyê didin kal û pîran

Ekîbên dilxwaz ji bo Cejna Qurbanê malên extiyaran paqij dikin 

Ekîbên Kızılayê piştgiriyê didin kal û pîran

Dilxwazên heyva sor ji bokesên 65 salî mezintir û nexweşiyên wan ên kronîk hene projeyeke nû ya alîkariyê da destpêkirin. şaxa jinan a heyvasor a wanê beriya cejna qurbanê diçe malên kal û pîran. ekîb malên wan paqij dikin û hewcedariyên wan safî dikin. 

Şaxa Jinan a Heyvasor ji bo cejnê dest bi projeyeke nû kir. 

Jinên dilxwaz beriya cejnê ji bo paqijiya malên extiyaran derketin qadê. 

Dilxwazên Heyvasor li Wanê jî çûn mala Zahîde Erdoğanlıya 81 salî. 

Pêşî mala wê paqij kirin paşê jî hewcedariyên mala wê safî kirin.  

Bi xîreta jinên dilxwaz him kêfa kal û pîran tê him jî di cejnê de xwe tenê hîs nakin. 

Ekîbên şaxa jinan îsal li Wanê wê biçin serdana 50 extiyaran.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE