Piştî ku restorasyona Muzeya Tunceliyê kuta bû, muze bi awayê fermî hat vekirin û rastî eleqeyê tê. Di muzeyê da dora 700 berhem tên pêşandin.
Muze çend roj berê bi girêdana vîdeokonferansê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û beşdarbûna Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy va hat vekirin.
Muze di sala 1936an da bi mîmariya Almanya û Awisturyayê hat çêkirin û paşê demekê weke qişleya eskerî hat xebitandin. Bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê û teşebisa Walîtiyê hat restorekirin. Digel gelê herêmê, ji bajarên derdorê jî ziyaretvan muzeyê ziyaret dikin.
Hewşa muzeyê nêzî 1800 mêtreqareyî ye û li ser erdekî 5 hezar û 805 mêtreqareyî hatiye avakirin. Muze ji 4 bloqan pêk tê çaviyên wê yên "pirtûkxane", "Elewîtî", "arkeolojî" û "etnografya"yê hene. Di van çaviyan da dîroka nivîskî û zarkî, belge û wêne hene.
Ziyaretvan di muzeyê da guh didin tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û nava hefteyê di navbera saetên 10.00-17.00î da muzeyê ziyaret dikin.
Midûrê Muzeyê Kenan Oncel diyar kir ku terxankirina avahiya muzeyê di sala sala 2015an da ji alî Midûriyeta Giştî ya Muze û Mîratên Çandî va hat kirin.
Oncel ragihand ku xebatên restorasyonê qasî 5 salan dewam kir û kontrol û temîrkirina muzeyê piştî temam bû serdana ziyaretvanan jî ji 25ê berfanbarê pê va hat qebûlkirin û wiha domand: "Muzeya me muzeyeke girîng e lewra di salên dawîn da li bajarê me turîzma sporê û sirûştê zêde balê dikşîne. Bi vekirina vê êdî turîzma çandê wê li bajarê me bê kirin. Di muzeyê da beşên arkeolojî, etnografya û baweriyê hene. Niha li muzeya me 700 berhem hene û seranserê heftê jî muzeya me vekiriye. Serê sibehê di saet 10.00an da vedibe û heta saet 17.00an vekirî dimîne û em li benda hemû ziyaretvanan e."
Ji ziyaretvanan Zulfu Ozmen jî got ku dema ew di muzeyê da geriya gelek kêfxweş bû û wiha domand: "Berhemên li muzeyê hene çanda me nîşan didin. Vekirina muzeyê ji bo Tunceliyê gelek baş bû."
Ji welatiyan Suleyman Yuksel jî diyar kir ku muze him bi mîmarî û him jî bi avahîsaziya xwe gelek xweş e û wiha pê da çû: "Dema ez di muzeyê da geriyam rojên berê hatin bîra min. Destê kesên kirine sax be. Xizmeteke xweş û bi kêr e. Ez dixwazim berhemên me yên dîrokî bên dîtin û ji nifşên nû ra bên hiştin. Dîrok ya me hemûyan e. Dîrok dewleta me ye. Miletên bi paşeroja xwe nizanibin bi pêşerojê qet nizanin."