Eleqeya ji bo Şelaleya Mûradiyeyê

Şelale bi xweşikbûna xwe ya siruştî va ziyaretvanan heyirî dihêle û van salên dawîn bûye nîşaneya navçeyê.

Eleqeya ji bo Şelaleya Mûradiyeyê

Li Wanê xweşikiya Şelaleya Mûradiyeyê her demsal cuda ye û rastî eleqeya xwemalî û biyaniyan tê. 

Şelale bi xweşikbûna xwe ya siruştî va ziyaretvanan hejmetkar dihêle û van salên dawîn bûye nîşaneya navçeyê.

Piştî ku berf heliya, ava şelaleyê gur bû û dîmenên xweşik dertên holê.

Ji ziyaretvanan Îfakat Yaparê got ku ew ji Afyonkarahîsarê hat û wiha dewam kir: "Berî niha ez qet nehatibûm rojhilatê. Em ji bo gerê hatibûn Mûşê. Me ev der jî meraq kir. Min texmîn nedikir ku ev der ev qas xweş be. Ez dixwazim ku her kes were vê xweşikiyê bibîne."

Sema Aslanê jî got ku wan wek Koma Meşê ya Antalyayê ji bo Mûş û derdora wê bernameya gerê çêkir û wiha dewam kir, "Ez ji Manavgata navçeya Antalyayê hatim. Me di gerê da hevalek nas kir û li ser pêşniyaza wî em hatin Şelaleya Mûradiyeyê. Divê her kes were vê derê bibîne, ne tenê li Tirkiyeyê, li dinyayê cihekî divê meriv bibîne ye."

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE