Elokên serê salê derketin ber firotanê

Maweyek berî serê salê, li Qersê liv û lebata kirîn firotana elokên serê salê zêde bûye.

Elokên serê salê derketin ber firotanê

Elokên ku li gundên bajêr hatine xwedîkirin, berî serê salê li Taxa Bayrampaşa li gorî bejn û giraniya xwe di navbera 100 û 170 lîreyî da tên firotan.

Elokên ku bi tama xwe tên naskirin û sifreyên serê salê dixemilînin, berî serê salê gelekî tên firotan.

Xwediyê elokan Talat Ulug di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li Qersê ji ber hatina serê salê, însan şûna qazan, goştê elokan dikirin.

Ulug diyar kir ku teleba ji bo elokan baş e û wiha dewam kir, "Bi minasebeta serê salê me elokên xwe yên organîk derxistin ber firotanê, baş tên firotin. Şikir ji Xwedê ra. Em elokan di navbera 150-170 lîreyî da difiroşin."

Li navçeya Qaqizmanê jî bi minasebeta hatin serê salê kirîn firotana elokan zêde bûye.

Xwediyê elokan Ebubekir Gulderen ku li navenda navçeyê li bazaran elokên xwe difiroşe, diyar kir ku bi minasebeta hatina serê salê, teleba ji bo elokan jî zêde bûye.

Gulderen diyar kir ku ew her elokekî bi 100 an jî 150 lîreyî difiroşin û wiha got, "Goştê elokên makurk bitamtir e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE