"Em bi alavên alîkariyê debara xwe dikin"

Malbata ku ji êrîşên rejima Esed revî paşîva xwe ya ewil ji dûrî mala xwe kir

"Em bi alavên alîkariyê debara xwe dikin"

 Malbata Îbrahîm ji ber êrîşên hêzên rejima Beşar Esed revî û koçî bakurê Sûriyeyê, navçeya Babê kir û ev du sal in ji cî û warê xwe bûye. Malbatê paşîva xwe ya ewil bi hesret û kesera mala xwe vekir.

Adil Îbrahîm û malbata wî ji ber êrîşên Rejima Esed û piştgirên rejimê 2 sal berê ji cî û warên xwe bû û mecbûr man û koçî herêma Babê ya ku bi Herekata Mertalê Feratê ji terorê hat safîkirin, kirin.

Dema ku êrîşên rejima Esed li dijî cî û warên sivîlan dest pê kir, Malbata Îbrahîm tu tişt hilneda û wisa ji mala xwe revî.

Wekî malbata Îbrahîm bi hezaran malbatan ji mala xwe dûr paşîva xwe xwar.

Adil Îbrahîm got ku ew 2 sal û 4 meh berê piştî êrîşên rejima Esed mecbûr man û wan koçî Babê kir.

Îbrahîm got ku wî hemû hebûna xwe li mala xwe hişt û wiha qala remezana ku li mala xwe derbas kiriye, kir:

"Rojên remezanê li mala me xweştir bûn. Em niha wê tehmê nabînin. Wexta em li mala xwe bûn, her tiştê me hebû, lê niha tu tişt tuneye ku em pê paşîva xwe bikin. Em bi alavên alîkariyê debara xwe dikin. Em ê sebir bikin, Xwedê di van rojên bi xêr da diayên me qebûl bike da ku em vegerin warê xwe û rojên eydê bibînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE