“Em bi kursên xwe li gundên xwe ne”

Cotkar di kursa bexçevanî û seravaniyê de tên perwerdekirin

“Em bi kursên xwe li gundên xwe ne”

Midûriya navenda perwerdeya gel a Îdirê di çarçoveya projeya “em bi kursên xwe li gundên xwe ne” de kursan dide. Gundî di van kursan de tên perwerdekirin. Di kursa seravanî û baxçevaniyê de 20 cotkar hînî cotkarî û seravaniyê dibin.

Bajarê Îdirê ji aliyê çandinî û seravaniyê ve li gorî bajarên derdorê gelek pêş ketiye.

Midûriya Navenda Perwerdeya Gel a Îdirê ji bo pêşxistina çandiniya bajêr bi navê “Em bi kursên xwe li gundên xwe ne” projeyek da destpêkirin.

“Di çarçoveya projeyê de kursên wek seravanî, tenduristiya heywanan, teknolojiya xurek, çandinî û mêşvaniyê tên dayîn. Gelê Îdirê zêdetir bi çandiniyê re mijûl dibe. Ji bo vê yekê di kursa bexçevanî û seravaniyê de zêdetir kursiyer hene.”

Di kursa seravanî û bexçevaniyê de derbarê çandinî û avakirina serayan de agahî tê dayîn kursiyeran.

Kursiyer di dawiya kursê de wê sertîfîkayê bistînin û wê bikaribin karê seravaniyê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE