"Em bi qanqolan debara xwe dikin"

Gundiyên li Sêrtê di nav darên meziyê da qanqol û mezîkan kom dikin û difiroşin fîrmayên îxracatkar.

"Em bi qanqolan debara xwe dikin"

Li Sêrtê welatî bi saya qanqol û mezîkên ku ji darên meziyê tên komkirin û bi destê fîrmayan jî dişînin gelek dewletan debara xwe dikin.

Gundiyên li Sêrtê di nav darên meziyê da qanqol û mezîkan kom dikin û difiroşin fîrmayên îxracatkar. Mezîkên di çêkirina derman û sektora kometîkê da tên emilandin di serî da Çîn û Rûsya ji bona dewletên mîna Fransa, Belçîka, Hindistan, Dubaî, Îran, Iraq, Pakistan û Malezyayê tên şandin. Kîloya mezîkan li dervayî welêt bi 15 lireyî tê firotin û gundî pê debara xwe dikin.

- "Em bi qanqolan debara xwe dikin"

Sefa Ozgurê ji Ormanardiya gundê navçeya Erûhê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir bi saya komkirina qanqolan debara malbata xwe dike.

Ozgur diyar kir bi saya komkirina mezîkan ji xwe ra kar dîtiye û wiha got: "Em ji darên meziyê ku li çolê bi xwe çêdibin qanqol û mezîkan kom dikin û kîloya wê bi 13 lireyî difiroşin. Heta em herin dereke din li welatê xwe rojê 20-30 kîlo qanqol kom dikin û pê debara xwe dikin."

Sefa Ozgur diyar kir gundî salê qederê 10 ton mezîk kom dikin û got ku ev jî ji bona gundiyan qezenceke mezin e.

Ahmet Ozgurê 35 salî yê li Sêrtê dijî jî gund bi gund digere û qanqolên ku gundiyan kom kiriye dikire û îxrac dike.

Ozgur destnîşan kir salê qederê hezar û 500 ton mezîk îxrac dike û wiha got: "Mezîk di çêkirina derman û sektora kozmetîkê da tê emilandin. Li gundan rojê kesek qederê 15-20 qanqolan kom dike. Em kîloya wê bi 13 lireyî dikirin û li dervayî welêt bi 15 lireyî difiroşin. Gundî rojane 200-300 lire qezenc dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE