"Em di hefteyê da qederê 100 kîlo çîlek kom dikin"

Cotkarên li Ağrıyê texmîn dikin ku îsal bi qasî 120 ton çîlek wê bê komkirin

"Em di hefteyê da qederê 100 kîlo çîlek kom dikin"

Li Agiriyê cotkarên ku ji bona fêkiyên curbecur bên ajotin di çarçoveya projeyê da par dest bi çandina çîlekan kirin îsal jî çîlekên xwe berhev dikin.

Sala par bi hevkariya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Agiriyê û Walîtiya Agiriyê li bajêr çandina çîlekan dest pê kir. Di çarçoveya projeya ku Îdareya Taybet ya Agiriyê pere dide da serê ewil 40 cotkaran li ser donimekî baxçeyên çîlekan çêkirin.

Li baxçeyên ku ji sedî 90 maliyeta wê dewlet dide û bi pergala dilopê tên avdan çîlekên îsal girtin.

Cotkar texmîn dikin ku îsal qederê 120 ton çîlek bên komkirin û dest bi berhevkirina çîlekên îsal kirin.

 "Berê digotin li vir fêkî çênabin"

Ji cotkaran Halîs Ozerê diyar kir ku piştî teqawid dibe bi desteka dewletê baxçeyên fêkiyan datîne.

Ozer destnîşan kir zemanê xwe di nava darên fêkiyan û baxçeyên çîlekan da derbas dike û wiha axivî, "Em di hefteyê da qederê 100 kîlog çîlek kom dikin. Berhevkirina çîlekan meha Hezîranê dest pê dike û heya payîzê didome. Gava meriv cehd bike dikare her tiştî biajo. Berê digotin li vir fêkî çênabin. Li vir jî her tişt tê."

Halîs Ozer diyar par çîlekên xwe nedifirotin û li derdora xwe belav dikirin û wiha got, "Ji bona ew jî çîlekan daynin me li wan belav dikir. Milet dihat baxçe û ji xwe ra çîlek kom dikirin. Em îsal jî difiroşin. Em salê hema hema 2-3 ton çîlek kom dikin. Îsal ber û bereket zêde ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE