"Em di hênikahiya şevê da çandiniyê dikin"

Cotkar ji ber germê zeviyên xwe bi şev diçinin

"Em di hênikahiya şevê da çandiniyê dikin"

Li Îdirê ji ber ku hewa pir germ e hin cotkar zeviyên xwe yên ceh û genim bi şev diçinin.

Li bajêr germahiya hewayê di nav rojê da derdikeve 40 pileyî.

Hin cotkar ji bo ku naxwazin di germê da bixebitin, şev zeviyên xwe diçinin, fêkî û sebzeyên xwe bi şev berhev dikin.

Li Îdirê li ser qadeke 137 hezar dekarî salê 53 hezar ton genim, li ser qadeke 60 hezar dekarî jî 13 hezar ton ceh tê çinîn.

"Em di hênikahiya şevê da çandiniyê dikin"

Cotkar Medenî Ayna daxuyand ji ber ku rojê hewa pir germ e ew şev heta sibê dixebitin.

Ayna wiha axivî: "Ji ber germê simbilê genim dadiweşin. Ji ber vê jî em di hênikahiya şevê da çandiniyê dikin. Ji bo em zeviyên wextê çinîna wan hatiye biçinin bi bîçerên ji Diyarbekirê hatine va bi lez karê xwe diqedînin."

Îbrahîm Ors jî got ji bo ku genimê wan zirarê nebîne ew ecele dikin û wiha axivî: "Heke em zûtir xelas nekin, simbilên genim wê daweşin. Ji ber vê jî divê em şev jî bixebitin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE