"Em giha û kesê bi xizangan an jî bi barê piştê tînin ber dirûngeyê"

Li Muşê heywandar bi barê piştê û xizangan alifê pez tînin ber dirûngeyê

"Em giha û kesê bi xizangan an jî bi barê piştê tînin ber dirûngeyê"

Li bajarê Muşê yê ku yek ji navendên heywandariyê yên sereke yên Tirkiyeyê ye, heywandar di zivistana ku dijwar derbas dibe da bi barê piştê û xizangan alifê pez tînin ber dirûngeyê.

Li gundên Muşê yên ku raqima wan bilind e, heywandarên ku pezê xwe havînê li zozanan diçêrînin, zivistanê jî ji bo ku pezê xwe alif bikin, zehf zor û zehmetiyê dikişînin.

Li gundê Unaldi yê navçeya Vartoyê, şêniyên gund serê sibê zû radibin diçin berpalên ku lodên gihê lê ne û li vê derê alifê pez an bi xizangan an jî wekî piştî tînin ber dirûngeyê.

Heywandar Cihan Kaya got ku zivistanê ji ber ku zehf berf dibare, ew di alifkirina pez da pir zehmetiyê dikişînin.

Kaya diyar kir ku ew bi xwedîkirina heywanan debara malbata xwe dikin û wiha dewam kir, "Pirî carî li gundê me bager radibe, berf dibare. Hinek salan 2,5 metre berf dibare. Em li vê herêmê salewextê 5 mehan pez li ser dirûngeyê alif dikin ku ev yek ji bo me karekî zehf giran e. Ji bo 250 serî pezê xwe min 85 ton ka û kes û her wiha 8 ton jî ceh alif veqetand. Îja zivistanê nexasim jî di rojên bagerê da debarkirina evqas heywanî zehmet e. Em rojê du danan pêz alif dikin."

Sadrettîn Çîçek jî diyar kir ku ev 30 sal e ew li gundê Unaldiyê, heywandariyê dike û wiha dewam kir, "Zivistana vir zehf dijwar e. Li vê derê 2 metre berf dibare. Em li ser dirûngeyê pez alif dikin. Em giha û kesê bi xizangan an jî bi barê piştê tînin ber dirûngeyê. Wextê bagerê jî em bi tenê bi barê piştê tînin. Digel hemû zehmetiyan jî em heywanên xwe alif dikirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE