"Em nifşa dawî ne, çirax û qalfa tunene, perwerde nabin"

Qelakerên dawîn ên Sûka Dîrokî ya Mereşê hewl didin pîşeyê wan bidome

"Em nifşa dawî ne, çirax û qalfa tunene, perwerde nabin"

Li Kahramanmaraşê nûnerên dawîn ên qelakeriya ku li ber jibîrbûnê ye, digel ku teleb kêm bûye û eleqeya ji bo pîşeyê nemaye, hewl didin ku pîşeyê qelakeriyê bidome.

Li Sûka Dîrokî ya Mereşê ya 500 salî ya ku ji sûkên herî mezin ên Tirkiyeyê ye, qelaker pîşeyê xwe bi eşqa roja ewil didomînin.

Li sûkê 4 qelakerên dawîn dixwazin pîşeyê xwe ji siberojê ra bihêlin ku li hemberî pêşketina teknîk û teknolojiyê li ber jibîrbûnê ye.

Qelaker Remzî Usluyê 51 salî ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, qelakeriya ku wî di salên dibistanê da meraq kir, 41 sal e didomîne.

Uslu bal kişand, ji ber pêşketina teknolojîk karê wan pir kêm bûye û her wiha ew nikarin çiraxan jî peyda bikin.

Uslu diyar kir ku ew ji ber vê reşê xemgîn e û her wisa wî bi pîşeya xwe ya qelakeriyê va 4 zarok mezin kirin.

Uslu wiha axivî, "Jizaroktiya xwe vir va ez vî karî dikim, 41 sal ser ra derbas bû. Zehmetiyên vî karî asîta xoyê, asît, nîşasta ye. Dû wekî cixareyê zirarê dide pişikan. Piştî emrekî divê meriv dev ji vî karî berde. Ez hem çiraxê vî karî dikim hem hostetiyê dikim. Kesekî ku vî karî hîn bibe, tuneye. Kes naxwaze bike. Em nifşa dawî ne, çirax û qalfa tunene, perwerde nabin."

Uslu daxuyand, piştgiriya herî mezin hevsera wî Fatma Uslu dide wî û bi saya serê wê wî ev qas sal li ber xwe da. Uslu got ku di heman sûkê da 3 hosteyên din jî hene, ew jî tengasiya berdestiyan dikişînin.

Uslu daxuyand, fikara wî ya herî mezin ew e ku ev pîşe rabe.

Mahmut Tebebaşiyê 59 salî jî di sûka dîrokî da qelakariyê dike û ew jî xemgîn e ku ev pîşe li ber rabûnê ye.

Mehmet Kahramanê 85 salî jî nêzî 75 salan e ku qelakariyê dike û wî jî got ku wî bi qezenca vî karî 9 zarok mezin kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE