"Em tev bi hev re tevdîran bigirin"

Karsazê Mûşî: Ji ber şewbê em hazir in otela xwe bikin nexweşxane

"Em tev bi hev re tevdîran bigirin"

Şewba koronayê li seranserê cihanê belav dibe. Li welatê me jî her ku diçe xelk bi şewbê dikevin. Ligel tevdîrên dewletê gel jî tevdîrên xwe digirin. Karsazekî mûşî jî got em hazir in otela xwe wekî nexweşxane bidin wezareta tenduristiyê.

Koronavîrûs li seranserê cihanê belav dibe. Li Tirkiyê jî her roj hejmara nexweşan zêde dibe.

Ji bo belavbûna Koronavîrûsê bisekine dewlet tevdîrên xurt digire û welatî jî piştgiriyê didin tavdîran.

Li Mûşê jî karsazekî got ger hewce bike ezê otêla xwe ya ku kapasîteya wê 250 ye bikim nexweşxane û bidim Wezareta Tenduristiyê.

Karsazê fedakar got bila welatiyên me hay ji xwe hebin û li gorî tevdîran hereket bikin.

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2020, 18:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE