"Em têra xwe hene": Li Midyatê Jinan dest dan hev; maskeyan çêdikin

Li Midyata Mardînê 8 jinên xebatkarên şaredariyê dest bi çêkirina maskeyan kir. Li gorî rêzikên şewbê û hîjyenê, ji bo pişt bidin têkoşîna li hemberî vîrûsa koronayê, maskeyan çêdikin.

8 jinên xebatkarên şaredariya Midyada Mardînê ji bo pişt bidin têkoşîna li hemberî vîrûsa koronayê dest bi çêkirina maskeyan kirin.

Maske li atolyeya şaredariyê, li gorî rêzikên şewbê û hîjyenê bi hessasî tên çêkirin.

Bi slogana "Em têra xwe hene" dest bi xebatê kirin û serê rojê 500 maskeyan çêdikin.

Maskeyên hatine çêkirin wê ewilî ji bo kesên ku wezîfeyên krîtîk dikin wê bê pere bên belavkirin.

Ewilî xebatkarên tenduristiyê, yên ewlekariyê û yên şaredarî, esnaf û bazaran wê van maskeyan bi kar bînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE