Yusuf Aslanê şivan, ji Derika Mardinê ye. Ew ji zarokatiya xwe û vir ve, bi şivantiyê debara xwe dike. Yusuf, di 70 saliya xwe de hêj vî karî dike.
Emrê Yusuf Aslan bi şivantiyê derbas bûye. Dema 7 salî bû, dest bi şiwantiye kir.
Wî bi şivantiyê 12 heb zarok mezin kirin. Aniha 30 heb neviyên wî hene, lê dîsa jî dev ji şivantiyê bernade.
Ew di 70 saliya xwe de li kerê xwe siwar dibe û li sedî zêdetir heywanan dinêre.
Ji ber ku şivantiye dike her tiştê wî xwezayî ye. Lewma jî hêj li ser xwe ye.
Ew dibêje heta ku ez li ser piyan bim, ez ê şivantiyê bikim.