Esnafên sûka Kızıltepeyê jı bo dêlik û cewrikên wê klûbeyek dan çêkirin. Mişteriyên ku tên sûkê jî xwedî li wan derdikevin.
Vê sir û seqemê, dêlika ku nû cewrik anîbûn li derve mabû û baranê li wan dikir.
Esnafên ku serê sibê hatin ser karê xwe ew dîtin û xwedî li wan derketin.
Li navenda sûkê, klûbeyeke ji textan dan çêkirin û ji bo nava klûbeyê şil nebe bi naylonan ew pêçan.
Mişteriyên ku tên sûkê jî ji malê xwarinên xwe yên bermayî tînin û li vir didin ber kûçikan