Malbata Çağırdan a ku li Qosera Mêrdînê dijî, meha borî mala wan şewitîbû. Piştî vê hin esnafên bajêr jî ji bo alîkariya malbatê him xaniyê wan tamîr kirin him jî jê re eşyayên nû kirîn. Malabata ku derbasî mala xwe ya nû bû spasî esnafên xwedanxêr kir.
Malbata ku agir bi mala wê ketibû gihîşt mala xwe ya nû.
Malbata Çağırdan a ku li Qosera Mêrdînê dijî, meha borî agir bi mala wan ket û hemû aşya û alavên wan şewitîn.
Li ser vê, hin esnafên bajêr ku di heman wextê de endamên komeleyeke alîkariyê ne jî, ewilî mala malbatê tamîr kirin, paşê jî ji malbatê re eşyayên nû kirîn.
Malbata ku gihîşt mal û eşyayên xwe yên nû ji xwedanxêran re dia kirin.