Ji roja xwendekariyê heta niha 20 sal in li heman dibistanê ye. 20 sal berê xwendekar bû lê niha rêvebirê dibistanê ye. Erhan Subaşı tevî rêveberiya îdarî şefîtiya teknîkî jî dike.
Li Muşê çîroka kesekî heye ku ji bo gelek xendekaran dibe mînak.
Erhan Subaşı 4 salan xwendekariya liseyê, 16 salan jî mamostetî û rêveberî kir. Lê ev pêvajo tev li dibistanekê derbas bû.
Zêdetirî 20 sal in li heman dibistanê ye û niha ji bo gelek ciwanan perwerdeyê dide.
Erhan Subaşi hêj îro jî cilên xebatê li xwe dike û ji xwendekaran re dibe rêber.
Bi saya ku 20 sal in li heman derê ye hemû kêmasî û hewcedariyên dibistanê jî dizane.