Ew bi tenê nehiştin

Di vê sir û seqemê de wan germ dikin û xwarinê didin ber wan

Ew bi tenê nehiştin

Dema zivistan dest pê dike, sir û serma herî zêde jî zirarê dide heywanên li derve. Li Karsê, heywanhezan ji bo kûçikan baragehek ava kirin. Mesrefê baragehê jî tev li ser xêrxwazan e.

Ji bo heywanên ku di vê sir û sermayê de li derve ne ev der ava kirin.

Li vir him wan ji sermayê diparêzin him jî her roj xwarin û avê didin ber wan.

Mala heywanan a li Cilavuza Karsê bi hevkariya xêrxwazan hat avakirin.

Esnaf Mistefa Ûrûn û xwerxazên din her sibehê tên vir; ewilî sobê pêdixin.

Ji ber ku van rojan hewa gelek sar e, xwarinên cewrikan dicemidin. Ew jî van tenekeyan germ dikin û pişt re didin ber wan.

Esnaf Mistefa Ûrûn got, “Em sibê di seat 6 û nîv, 7an de radibin, tên vê derê. Ewilî sobeyê pêdixin, heywanan germ dikin. Xwarinên taybet ên di tenekeyan de didin cewrikan, ji bo kuçikên mezin jî xwarinên din hene. Em rojê 6-7 caran tên vê derê û wan xweyî dikin.”

Mesrefên baragehê tev li ser komeke xêrxwazan e.

Ew ê heta ji dest wan bê xizmetê vê derê bikin lê dîsa jî li benda piştgiriya heywanhezên din in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE