Êdî mêr jî bi qasî jinan li xwe dinêrin, li berber wext derbas dikin. Em ê niha we bibin berberekî li Kızıltepeya Mardinê; ka mêr zêdetir çi didin kirin? Ji xeynî vê divê mêr ji bo paqijiya rû çi bikin? Me ji pisporê vî karî ev jî pirsî.
Dizaynên wan jî karên ku dikin jî êdî ne wekî berê ne. Porê çêdikin, traşê dikin û bi teknolojiya dawî rûyên mişteriyên xwe yên paqij dikin.
Ev der li Kızıltepeya Mardinê berberekî navdar e. Her û daîm bi mişteriyan tijî ye.Berberên virê dibêjin di mijara paqijî û xemilandinê de ferqa zayendan zêde nema ye û mêr jî van karan didin kirin.
Li gorî Yusif Aydin ji bo paqijiya rû, divê ev teknolojiya dawî were bikaranîn.
Berê tenê jinan amûrên kozmetîkê bi kar dianîn û ji bo xemilandinê ew diçûn kuaforan.
Lê êdî mêr ji xeynî porbirîn û traşê ji bo paqijiya kozmetîk jî diçin berberan.