Ewilî qirêj kirin pişt re jî paqij

Bi çalakiyê bangî xelkê kirin û gotin çopên xwe neavêjin erdê

Ewilî qirêj kirin pişt re jî paqij

Şaredarê Tozana Îdirê, endamên meclisê û personelên şaredariyê, ji bo balê bikşînin ser paqijiyê çalakiyek li dar xistin. Ewilî çop avêtin erdê; paşê berhev kirin.

Kuçe û kolan… qada mezin a navçeyê…. Her der qirêj e û li her derê çop heye.

Şaredariya Tozanê ya Îdirê ji bo bala welatiyan bikşîne ser paqijiya derdorê çalakiyeke cuda li dar xist.

Ewilî çiqas çop hene avêtin derdorê..

Piştî çend seatan jî; şaredarê navçê Ehmed Saîd Tûrkan, endamên meclisê û xebatkarên paqijiyê çopên li erdê berhev kirin.

Gotin heke welatî çopên xwe neavejin erdê û derdorê qirêj nekin; xebatkarên şaredariyê şûna ku wana paqij bikin, ê ji bo projeyên nû xizmetê bikin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE