Exlebê li herêma Mûş û Bidilîsê tên dîtin

Beta çirg di nav genim de hêkên xwe danîn

Exlebê li herêma Mûş û Bidilîsê tên dîtin

Cotkar xeber gihand, rayedarên parastina xwezayê ew parastin

Li gundê Kirtakoma Mûşê di nav zeviyê genim de betê çirg hat dîtin. Cotkarê ku erdê xwe derman dikir bet dît. Cotkar bangî rayedarên parastina xweza û parkên neteweyî kir û çirg hat parastin.

Bet, cureyeke ji Çirgan e. Exlebê li herêma Mûş û Bidilîsê tên dîtin.

Di demên dawî de kêm mane û her ku diçe kêmtir dibin.

Li gundê Kirtakoma Mûşê, cotkarekî dema erdê xwe derman dikir dît ku bet ji ser hêkên xwe firiya.

Cotkar Erkan Bağli bangî rayedarên parastina xweza û parkên milî kir.

Wezîfedarê Midûriya Parastina Xweza û Parkên Netewî Ferzende Saygin got; heya Bet hêkên xwe derxe, wê li vir were parastin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE