Dê û bavên ku di cejna qurbanê de nikarin ji xwe û zarokên xwe re cil û bergan bistînin bila tew qisawetê nekin. Lewra heyva sor li diyarbekirê 3 mexaza vekirin. Ew ê beriya eydê kincan bidin 30 hezar kesan...
Şaxa navçeya Surê ya Heyva Sor ji bo eydaniyên feqîr û jaran haziriyeke taybet kir.
Bi piştgiriya xêrxwazan li bajêr 3 maxazeyên kinc û solan hatin vekirin.
5 Hezar malbatên xizan wê ji maxazayên cil û bergan îstifade bikin.
Welatî li gorî randevuyê tên maxazayê, bi dilê xwe kincan dibin û tu pereyan nadin.
Malbat û zarokên êtîm bi dayîna eydaniyan kêfxweş bûn.
Heyva Sor beriya eydê li Diyarbekirê bi tevahî li 30 hezar kesan wê cil û bergan belav bike.