"Ez hin caran gramafonên zêde jê hez dikim bê pere temîr dikim"

Ebû Talibê li Bexdayê tekane temîrkerê gramafonan e 26 sal e vê pîşeyê dike

"Ez hin caran gramafonên zêde jê hez dikim bê pere temîr dikim"

 Muştaq Ebû Talibê li Bexdaya paytextê Iraqê dijî 26 e gramafon û plaqên xirab bûne temîr dike û wan wek halên wan ê berê teslîmî xwediyên wan dike.

Ebû Talibê 58 salî eskerekî teqawîdbûyî ye û li dikana xwe ya li Taxa Meydanê gramafon û plaqên xirab bûne temîr dike.

Ebû Talibê wek temîrkarê herî berê tê nasîn dema plaqan temîr dike stranên Tirkî jî vedike ku kesên tên dikanê stranan jî guhdar bikin.

Li dikana wî teyîb û bandên kevn jî hene ku ev der mîna muzeyan e.

- "Ez hin caran gramafonên zêde jê hez dikim bê pere temîr dikim"

Ebû Talib ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew ji Enstîtûya Perwerdeya Teknîkê mezun bûye, dema şerê Îran û Iraqê ya 8 sal kişand da wî eskerî kiriye û Îranê ew wek dîl girtiye.

Ebû Talib got ew di 1995an da ji eskeriyê teqawîd bûye û ji hosteyan hînî temîrkirina van alavan bûye û wiha axivî: "Xrîstyan Georgeyê niha miriye vî pîşeyê hînî min kir. Ez ji 1995an vir va temîra gramafonan dikim. Ji Urdun û Sûriyeyê bigire ji nav welêt û dervayî welêt gelek mişteriyên min hene. Li Bexdayê tekane kesê ku gramafonan temîr dike ez im. Kesên dil dane vî karî û hê jî dixwazin stranan ji plaqan guhdar bikin tên li cem min. Ez hin caran gramafonên zêde jê hez dikim bê pere temîr dikim."

- "Ez stranên Îbrahîm Tatlises zêde guhdar dikim"

Ebû Talib got ew stranên Tirkî jî guhdar dike û eleqeya wî zêdetir li ser stranên Îbrahîm Tatlises e û ew plaqên wî ji Tirkiyeyê tîne û wiha dewam kir: "Ez strana Îbrahîm Tatlises ya ku dibêje "Xwedayê min gunehê min çi bû?" gelekî hez dikim. Min banda wî ji Tirkiyeyê anî. Qasî 7 û 8 sal berê min ji Balyozxaneya Tirkiyeyê ra plaqên taybet ên tê da stranên Tirkî hene û makîneya plaqan temîn kir. Gramafon êdî wek antîkeyan biqîmet in, plaq jî êdî xelas bûn, nayên çêkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE